Shopping security
Bîra Qederê ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêşîn ê jiyanê. Paşê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe mişextî, ji welatê xwe bi dûr dikeve, dibe sirgûn. Saraya Osmanî û Bab-i Alî, Pira Galatayê û Taxa Kadikoyê, Şerê Cîhanê, kovara Hawar û Ronahiya ku dengvedana wan li Şamê deng vedide û dengê zimanê kurdî digihîne çar aliyê dinê, dibe yek ji wan fotograf û sûretên berbiçavtirîn ên romanê. Seranserê jiyana Celadet Beg, bi her awayî ve dibe navenda têkoşîn û zanîn, trajedî û evîn, warê keser û berxwedanê.
Mehmed Uzun tarafından yazılan daha çok içeriğe ulaşmak için tıklayınız.Ships within 48 hours · Estimated delivery Jun 19 - Jun 24
US$40
Get nowSign up to your membership to get coupons up to
15%
Get nowOpportunity to enjoy order discount up to 15% off
Top-Converting Item to Boost Your Average Order